Şewatên daristanên Îzmîrê hatin temirandin: Zererên madî çêbûn

Duh li 11:10
Omer Sonmez
Şewatên daristanên Îzmîrê hatin temirandin / Wêne: Rûdaw
Şewatên daristanên Îzmîrê hatin temirandin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Îzmîr Şewat Daristan
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Di rojên dawî de li herêmên Ege û Behra Spî ya Tirkiyeyê ji ber sedemên cuda agir bi daristanan dikevin.

Li gorî Wezîrê Daristanê yê Tirkiyetê, şewata li Îzmîrê bi temamî hatiye temirandin lê xebatên sarkirinê berdewam dike.

Ji ber şewatê sîteyeke havîngehê ya betlaneyê ku tê de 440 xanî hene hatin tehliyekirin.

Piştî agir hat kontrolkirin welatî vegeriyan xaniyên xwe.

Li aliyê din, di şewatên daristanan de zerer û ziyanên madî çêbûn lê yên canî çênebûn.

Herwiha zerer û ziyan gihîşt heywanên daristanê.

Aktîvîstên parastina mafên heywanan ji bajarên cuda, ji bo heywanên birîndar tedawî bikin berê xwe didin herêma şewatê. 

Li taxa Balikliovayê navçeya Urlayuê yar parêzgeha Îzmîrê şewata ku ji ber têlên elektrîkê rû da bû sedema şewata daristanê. 

Şewata Urlaya Îzmîrê ji beja û hewayê hat midaxelekirin.

Şewat bi temamî hat kontrolkirin û xebatên sarkirinê berdewam dike.

Ji ber şewatê ku hindik mabû bavêje malan, sîteya betlaneyê ya 440 xanî hat tehliyekirin. 

“Bivê nevê em tirsiyan”

Niştecihê hatiye tehliyekirin  Hîkmet Zubarî got:

“Bivê nevê em tirsiyan. Pêşî gotin li jêr li cihekî kom bibin, em kom bûn. Paşê biryar guhertin ji ber ku agir gur bû.

Ez niha zêde nikarim biaxivim, ji ber ku duh ez li ber dûmanê mam. Birêz Şaredarê me hat cem me, em bi şev li wargeha zanîngehê man." 

Şahidê şewatê  Sami Çelîk jî got:

“Agirê ewil duh di saet 4an de dest pê kir û hat kontrolkirin lê piştî ku TEDAŞê demeke kurt elektrik da, dîsa teqînek çêbû.

Piştî vê teqînê agir dîsa dest pê kir û bi bandora bayê jî zû belav bû."  

“Tedbîrên hewce nayên girtin”

Niştecihê herêmê Yunus jî got:

"Van rojan li daristanan pir şewat çêdibin. Ya rast tedbîrên hewce nayên girtin.

Lazim e kontrol û tedbîrên rêkûpêk hebin lê mirov nikare bibêje ku li welatê me ev yek heye."

Di şewatên daristanan de zerer û ziyanên madî çêbûn lê canî çênebûn. Lê zerer û ziyan gihîşt heywanên daristanê.

Aktîvîstên parastina mafên heywanan jî ji Enqereyê ji bo heywanên birîndar bûne tedawî bikin berê xwe da herêma şewatê. 

Seroka Komeleya Ajelparêzan a Patiyê  Ayşe Taşkiranê got:

"Em ji bo rizgarkirina heywanan bi dildarî hatin vê herêmê. Li vir em diçin deverên şewitî û li ajelên birîndar digerin.

Yanî em li qadê dixebitin. Ji bo heywanên kovî jî em dixebitin." 

Li gorî daxuyaniyên fermî, di şewatên Karşiyaka, Urla, Çeşme û Menderesa Îzmîrê de bi giştî hezar û 600 hektar daristan şewitî ne.

Mixalefet û beşekî civak, didin zanîn ku hikûmet midaxeleya hewce li şewatê nekiriye û barê giran ketiye ser milê şaredariyên CHPyê. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst