Li Edeneyê êrişa çekdarî: Kuştiyek, 3 birîndar

18-08-2023
Nîşan Edene Malbat Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çukurovayê ya Edeneyê, di êrişeke çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li Taxa Belediye Evleriyê ya Çukurovayê di nav endamên malbatekê de ji ber pirsgirêkên navxweyî nîqaş derket.

Piştî ku nîqaş mezin bû kesekî bi guleyan O.Ayê 42 salî, P.Ayê 63 salî, Z.Ayê 21 salî û Mustafa Ayê 21 salî birîndar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê, her çar birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çukurovayê.

Mustafa Ayê birîndar, tevî mudaxeleya li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.

Li aliyê din, derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst