Kesekî hevjîn û xezûrê xwe kuştin û 2 kes jî birîndar kirin

18-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îzmîr Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Karabaglarê ya ser bi parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyê ve kesekî bi navê Recep U. hevjîn û xezûrê xwe kuştin û 2 baldûzên xwe jî birîndar kirin.

Li gor agahiyan li navçeya Karabaglarê îro Pêncşembê 18ê Tebaxa 2022ê kesê bi navê Recep U. çûye mala hevjîna xwe ku demekê ye ji hev cûda bûne û doza wan a ji hev cudabûnê berdewam e. Herwiha li malê bi çekê hevjîna xwe ya bi navê Bêrîvan U. ku dayika 3 zarokan e û xezûrê xwe kuştine û 2 baldûzên xwe jî birîndar kirine.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatine şandin û herdu baldûzên bi navê Gulistan û Şirvan Ç.  Bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Li gor agahiyan, rewşa tendirûstî ya birîndaran ciddî ye.

Piştî bûyerê kujer Recep U. ku 3 zarokên xwe jî ligel xwe biribûn û reviya bû li navçeya Bucayê hat desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst