Bo cara yekê li Tirkiyê Ermeniyek bû Qaymeqam

18-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bo cara yekem di dîroka Komara Tirkiyê de welatiyekî Ermenî wek Qaymeqam hat tayînkirin.

Berk Acar ê 27 salî ku par di ezmûna qeymeqamtiyê de biserketibû, di hevdîtinê de jî biserket û wek Qaymeqamê navçeya Babadag a Denizliyê hat diyarkirin.

Li gor nûçeya rojnameya Agosê, Berk Acar ku di sala 1995an de li Stenbolê ji dayik bûye, xwendina xwe li Dibistana Navîn a Taybet a Sahakyan Nunyan a Ermeniyan û herwiha Lîse li Işikê qedandiye.

Di sala 2020 de ji Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgi mezûn bûye. Li Şîşliyê di baroya parêzeriyê de staja xwe ya parêzeriyê kir.

Paşê beşdarî di ezmûnên qaymeqamtiyê ya terma 110an de kir

Ezmûna qaymeqamtiyê ku di Tîrmeha 2021an de li Enqere ya paytexta Tirkiyê hatibû kirin, bi awayekî serketî derbas kir û di nav 13 hezar û 374 kesan de di rêza 72 de cih girt.

Ji bo hevdîtinê bang li 475 kesan hatibû kirin û bi aşkerekirina encamên hevdîtinê Berk Acar wek kesê serkeftî hat diyarkirin.

Tê payîn ku Acar di rojên pêş de biçe Babadagê û dest bi erka xwe ya fermî bike.

Ji ber bûyerên di şerê cîhanî yê yekem de û komkujiya Ermeniyan di sala 1915an de ji aliyê hikûmeta Osmaniyan ve, têkiliyên Tirkiyê bi ermeniyan û Ermenistanê re nebaş in û Ermenistan, Tirkiyê ku mîratgirê dewleta Osmaniyan e, bi komkujkirina ermeniyan di destpêka şerê cîhanî yê yekem de tohmetbar dike, lê Tirkiye wê yekê red dike.

Ermenistan dibêje, di komkujiya sala 1915an de nêzîkî 1,5 milyon Ermenî di çarçoveya siyaseta Osmaniyan de bo tunekirina ermeniyan hatine komkujkirin. Heta niha çendîn welat û parlamentoyên welatên cîhanê ew komkujî bi fermî nas kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst