Koçberekî Efxan: Li Tirkiye tişta herî zehmet jinbûn e dûv re jî Efxanbûn

18-08-2021
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Koçberên Efxan dixwazin bi rêya Tirkiyê biçin Ewropayê
Koçberên Efxan dixwazin bi rêya Tirkiyê biçin Ewropayê
Nîşan Tirkiye Koçber Efxan
A+ A-

Stenbolê (Rûdaw) – Xwendekarekî Efxan li Stenbolê Elî Mohammed Amînî dibêje: “Miletê Tirk gelekî hişk e, li hember Efgan û Sûriyan. Bi ya min li Tirkiyê tişta herî bi zehmet jinbûn be dû re jî Efxanbûn tê.

Talîbanê piştî 20 salan careke din temamê Efxanistanê xiste jêr kontrola xwe û bala hemû cîhanê zivirî ser vî welatî. Hêzên cîhanî û welatên mezin bi baldarî rewşê dişopînin û ji bo diyarkirina helwesta xwe jî li benda helwêsta Talîbanê ne. Talîban jî di peyamên xwe de nîşaneyên îdare û helwesteke nerm ku hin azadiyan li xwe bigire nîşan dide. Lê xelkê afxan bi tirs û xof berdewam ji wî welatî derdikeve.

Li gor hin penaberên Efxan ku li nava Tirkiye ne dê Talîban di bin kirasekî nerm de ‘barbariyê’ careke din li seranserê wî welatî bireşîne. Kesên ku hatine nava Tirkiye didin zanîn ku dê tu tişt weke ku Talîban nîşan dide nebe û ew jî tu carek din venagerin bo Efxanistanê.

Di wan seatan de ku li Efxanistanê çêrm û kirasê her tiştî reş dibe û Talîban rûberê welêt diguhêre, pêşiya konsolxaneya Efxanistanê ya li Stenbolê jî bi xof, dudilî û têkçûna xeyalan xerebelixe. Tevgereke cûdatir ji rojên din, hewleke sergihêj li hesinên ber afahiyê diesire.

Efxaniyên ku beriya vê guherînê ji wir derketine li aliyekî meraqa malbat û welatê xwe dikin, lê li aliyê din li rêyekê digerin da bêhtir dûr biçin ji Afxanistanê.

Xwendekarekî Efxan li Stenbolê Elî Mohammed Amînî dibêje: “Helbet ez ji geşedanên heyî ditirsim. Ew der mala min e û ez niha li vir im lê ji bo welatê xwe ditirsim. Evlehiya min nîne. Kesên ku li vir min dibînin dibên tu Efxan û ez êdî fedî dikim ku bêjim Efxanî me. Dema dibêjim Efxanim dibêjin tu Talîban î. Miletê tirk gelekî hişk e li hember Efxan û Sûriyan. Bi ya min li Tirkiye tişta herî bi zehmet jinbûn be dû re jî Efxanbûn tê.

 Koçberê bi navê Mohammed Yaqûb Mohammed Qayûm jî got: “Berê jî ew hatibûn û qanûnên wan gelekî ne baş bûn. Niha jî hatin û em nizanin wê niha çi bikin. Ez bixwe naçim. Ger ez karibim nasnama vir werbigirim ez venagerim û li vir im.”

Tirkiye beriya demekê ragihandibû ku ew dê parastina balefirgeha Kabîle li xwe bigire. Lê ew plan têk çû. Gelek welat niha ketine rikeberiyê da pêwendiyên baştir digel Talîbanê hebe da guherînên li Efxanistanê di berjewendiya wan de be. Tirkiye jî  yek ji wan welatan e ku hewl dide weke Sûriye, li Efxanistanê jî bibe destekî bihêz.

Debarê mijarê de Serokê TASAMê Suleyman Şensoy jî got: “Parastina balefirgeha Kabîlê êdî têk çû. Lê proseya derketina leşkerên Tirkiye li wir, helwêsta Tirkiye û Rûsya hîna zelal nebûye, lê ez bawerim di rojên pêş de wê diyar bibe. Tirkiye heta niha helwêsteke bêalî nîşan dide. Rojên pêş wê her tiştî zelaltir bike.”

Hatina koçberên Efxanî bo nava Tirkiye him li qatên siyasetê him jî di nava xelkê de dijberiyê jî kûr dike. Opozisyon û MHP hebûna ewqas koçberan weke metirsiya li ser hebûna Tirkbûn û Tirkiye dibîne. Heta MHP weke guherîneke demografyayê bi nav dike. Li hêlekê temamê sînorê Îranê bi dîwarekî stûr tê girtin, li hêla din dîwarin din di nava xelkê her berz dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst