Fahrettin Altun bo opozisyonê: We jî gotinên Biden bihîst hûn çima bêdeng man

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fermangeha Peywendiyan di Serokomariya Tirkiyê de, Fahrettin Altun têkildarî gotinên berbijarê hilbijartinên serokatiya Amerîkayê Joe Biden yên derbarê Erdogan û Kurdan de bersiva rexneyên partiyên opozisyona welatê xwe da û ragihand, “me bersiva van gotinan da, hûn çima bêdeng man.”

Fahrettin Altun li ser twittera xwe li hember rexneyên partiyên dijbereyê yên welatê xwe yên derbarê gotinên Biden de bertek nîşan da.

Altun ragihand, li hember gotinên Biden ku gotibû em dê bi rêya opozisyonê Erdogan biguherin û li ser desthilatê nehêlin, opozisyonê heta niha bersiveke zelal nedaye.

Serokê dayireya ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê dibêje: “Tim vê dipirsin ku çima hûn 7 mehan rawestiyan. Em ji ber we sekinîn. Ev axaftin we jî bihîstibû, me jî. Em axivîn. Hûn çima bêdeng in?”

Fahrettin Altun berî çend rojan jî li ser wan gotinên Biden gotibû, “ew gotin nîşana destwerdan û lîstika li ser Tirkiyê ye. Ev gotin li gel demokrasî û peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê naguncên.”

Joe Biden nêzikî 7 meh berî niha di bernameyekê de behsa desthilata Tirkiyê kiribû û bi girîngî dîtibû ku divê ew desthilat bê guhertin lêbelê bi rêya hilbijartinan ne bi kudeta.

Joe Biden gotibû ew dê peywendî li gel desthilatê pêk bîne û desthilatê biguhere. Herwiha behsa wan guşarên hikûmeta Tirkiyê yên li ser Kurdan kiribû û aşkere kiribû  ku ew çend caran derbarê vê pirsê de li gel Recep Tayyîp Erdogan axiviye.

Tevî derbasbûna 7 mehan, nû ew gotinên Biden bûne rojeva Tirkiyê û li torên civakî belav bûye û deng vedaye.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk ew gotinên Biden û hewlên wî “corek e ji kudeta” û ji ku xwe ji modela kudetayê rizgar bike dibêje, “divê bi rêya hilbijartinê desthilat bê guhertin ne ku kudeta.”

Derbarê wê piştevaniya Joe Biden a ji bo Kurdan jî, Berdevkê AK Partiyê dibêje, wî wisa nîşan daye ku “beşek ji hemwelatiyên Komara Tirkiyê, an jî birayên me yên Kurd di jêr kontrola wî de ne. Bêrêziyê li hemû hemwelatiyên me yên Kurd dike. Em çaverê dikin partiyên opozisyonê jî bersiva wî bidin.”