Davutoglu erka avakirina hikûmetê li Erdogan vegerand

Navenda Nûçeyan – Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşedan (AK Partî) Ahmet Davutoglu erka avakirina 63emîn hikûmetê li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan vegerand.

 

Civîna Serokwezîrê demkî yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bidawî hat. Civîna ku li Kulliyeya Serokomariyê ya ku bêyî amadebûna çapemeniyê pêk hatî, saetek û 25 xulakan dewam kir.


Piştî civîna Davutoglu û Erdogan ji aliyê Serokomariya Tirkiyeyê ve derbarê civînê de daxuyaniyek hat dayîn.

 

Li gorî daxuyaniya Serokomeriya Tirkieyeyê Ahmet Davutoglu erka avakirina 63emîn hikûmetê li Recep Tayyîp Erdogan vegerand.

 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 9ê Tîrmeha 2015an de erka avakirina Lijneya Wezîran dabû Serokê Giştî yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu.