Devlet Bahçelî: PKK artêşê dirûst dike

Kayserî (Rûdaw/Ajans) - Serokê MHPê Devlet Bahçelî diyar kir ku PKK artêşê dadimezirîne û wiha got: “Hikûmeta AKPê jî alîkariya PKKê dike.”

Devlet Bahçlî li bajarê Kayserî yê Tirkiyê axivî. Bahçelî derbarê hilbijartinên herêmî de wiha got: “Yan AKP wê di vê hilbijartinê de îtihar bike yan jî wê bêje, deshilat winda kiriye. Di dengdana hilbijartinên herêmî de, yan bihevrebûna serokwezîr (Receb Tayîp Erdogan) û PKKê, wê şerê bi xwîn bileyîze yan jî wê eşqiya winda bikin.”

Serokê MHPê diyar kir ku demekî ku winda bikin nîne û wiha got: “Rewşek ku bê tehemulkirin nîne. Ji ber vê yekê divê AKP di hilbijartinên herêmî de were hişyarkirin. Hebûna me ya netewî girêdayî vê yekê ye.”

Devlet Bahçelî diyar kir ku PKK artêşê ava dike û wiha dibêje: “PKK artêşê ava dike. Hikûmeta AKPê jî alîkariya PKKê dike.”