Tirkiye dê li Somaliyê dest bi lêgerîna petrol û gaza xwezayî bike

23 demjimêr berê
Nîşan Abdirizak Omar Mohamed Alparslan Bayraktar Somalî Tirkiye Petrol Gaza Xwezayî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew dê li deryayên Somalî dest bi xebatên lêgerîna gaza xwezayî û petrolê bikin.

Alparslan Bayraktar û Wezîrê Çavkaniyên Maden û Petrolê yê Somaliyê Abdirizak Omar Mohamed li bajarê Stenbolê bi merasîmekê “Peymana Berhemanîn û Lêgerîna Hîdrokarbonê” ya Somalî û Tirkiyeyê îmze kir

Piştî merasîma îmzekirina peymanê wezîrên her du welatan di konferansa rojnamegeriyê de axivîn.

Alparslan Bayraktar ragihand ku ew dê di çarçoveya peymanê de li sê blokên deryayên Somaliyê dest bi lêgerîna gaza xwezayî û petrolê bikin.

Alparslan Bayraktar di berdewamiyê jî de eşkere kir ku dê Keştiya Lêkolîna Sîsmîk a Oruç Reîs û belemên piştevaniyê biçin Somaliyê.

Abdirizak Omar Mohamed jî ragihand ku peymana lêgerîna petrolê di sûdê bigihîne peywendiyên her du welatan.

Li gorî gotina Abdirizak Omar Mohamed, ev yek ji bo her du welatan jî rojek nû ye. Eger berhemanîn dest pê kir dê ev yek ji bo her du welatan bi sûd be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst