Yasaya kuştina kuçikan hat gotûbêjkirin: Alozî derket

Duh li 01:11
Ferdî Sak
Yasaya kuştina kuçikan hat gotûbêjkirin: Alozî derket
Yasaya kuştina kuçikan hat gotûbêjkirin: Alozî derket
Nîşan Kuçik Kuştin Yasa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di Komîsyona Budce û Planê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de gotûbêj li ser yasaya rûbirûbûna kuçikên bêxwedî û berdayî yên li kolanan hat kirin.

Çalakvan û parêzvanên mafên ajelan li ber Parlamentoya  Tirkiyeyê li dijî yasayê dest bi xwepêşandanê kir û wan bangî hikumetê kir ku yasayê paşde vekişîne.

Lê polîsan midaxaleyî çalakiyê kir û alozî derket.

Li nav parlamentoyê jî alozî hebûn.

Beşek ji parêzvanên mafên ajelan xwest di civînê de amade bin lê Serokê Komîsyonê yê AK Partiyê Vahît Kîrîşçî bi hinceta ku cih nîne rê neda wan û xwest ku ew bên derxistin.

Vê yekê jî mixalefet aciz kir.

Serokwekîlê Grûpa CHPyê Murat Emîr got:

“Dema hewl da we ji vê derê derxînin, em dê xwe bikin mertal.

Di vê komîsyonê de çi bê axaftin û gotin, kî mafê ajelan naparêze û kî ji bo kuştin û bi kom kuştina ajelên li kolanan têdikoşe bila hemû tiştî miletê Tirk bibîne.”

4 milyon kuçikên berdayî hene

Li gorî amarên Wezareta Jîngeh û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê li 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 4 milyon kuçikên berdayî hene.

Komelaya Parastina Mafê Jiyanê û Kolanên Bi Ewle jî di raporeke xwe de dibêje 2 salên dawî 50 jê zarok bi giştî 107 kesan di êrişa kuçikên berdayî de canê xwe ji dest daye.

Hikûmet dixwaze bi yasaya nû rewşa kuçikên li kolanan kontrol bike û di bin navê razandinê de hinek ji wan bên kuştin.

Rêveberiya xwecihî dê biryarê bide

Serokê Komîsyona Karûbarên Gundan û Daristan û Çandiniyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê Vahît Kîrîşçî jî got:

“Niha welatên sereke yên cîhanê dibêjin ji bo geştyariyê jî be neçin Tirkiyeyê.

Çima ji ber di kategoriya wan welatan de ye ku metirsiya harbûnê lê zêde ye.

Ev ji bo me tiştekî ne baş e û em neçar in ji vê lîsteya reş derkevin.

Wê demê eger ajelek neyê dermankirin, êrişkar  be û bi ti awayî kesek nikare xwedî bike.

Otanazî dê ji bo van ajelan bê kirin.

Biryara otanaziyê jî otorîteya navendî nade û dê rêveberiyên xwecihî bidin."

 

 Lê beşek ji  mixalefetê dixwaze pirsgirêk ne bi kuştinê lê di çarçoveya mafê ajelan de bê çareserkirin.

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan jî got:

“Proje-yasayek hatiye parlamentoyê. Hevalên me ji nêzîk ve dişopînin.

Li vê derê di demekê de em kolanên xwe ewletir dikin, li aliyê din divê em di warê mafê ajelan de sekna xwe ya wijdanî ji dest nedin û bi wî awayî çareseriyê bibînin."

Li gorî rapirsiyeke kompanyaya MetroPOLLê ji sedî 78ê welatiyên Tirkiyeyê li gel wê yekê ne ku ajelên li kolanan li navendên taybet bên wergirtin û li wan deran bên xwedîkirin.

Ji sedî 16,9ê wan jî dibêjin divê ew li kolanan bên xwedîkirin.

Tenê ji sedî 2,7ê xelkê li gel wê yekê ne ku kuçikên li kolanan di bin navê yasayê de bên razandin û kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst