Li peravên Îzmirê 89 koçber hatin girtin û 43 koçber jî hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Urla û Karaburunê yên navçeyên Îzmirê 89 koçber hatin girtin û 43 koçber jî hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Qeraxan, li ser agahiya ku li peravên navçeya Urlayê di bota lastîk de koçberên qaçax hene, tîmên pêwendîdar sewqî herêmê hatin kirin.

Keştî û bota Ewlehiya Qeraxan du botên lastîk dan sekinandin û tê de 89 koçberên bêdestûr hatin girtin.

Ji wan 46 zarok bûn.

Li ser agahiya ku li peravên Karaburunê jî grubeke koçberên qaçax heye, ji bo herêmê ekîba botê hat wezîfedarkirin.

Ekîban di bota lastîk a ku hêzên Yunanistanê berê wan daye Tirkiyeyê de 43 koçber rizgar kirin.

Hêzên ewlehiyê koçberên qaçax piştî kar û baran şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bajêr.