Kurmetê Suleyman Soylu hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) -Kurmetê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu yê bi navê Sefa Donmez di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Sefa Donmez kurê meta Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu îro Duşemê 18ê Tîrmeha 2022yan li navçeya Ofê ya Trabzonê rastî êrişekî çekdarî hat.

Donmez ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ofê, lê tevî hemû hewlên bijîşkî ji mirinê rizgar nebû.

Hate zanîn ku 3 gule li bedena Sefa Donmez ketine.

Rojnamevanê Sozcuyê Saygı Ozturk li ser zarê Serokê AK Partiyê yê Navçeya Ofê Ahmet Çapoglu diyar kir ku piştî nîqaşekê Faruk Ulusoy gule berdeta Sefa Donmez.

Parêzgarê Trabzonê Îsmaîl Ustaoglu jî diyar kir ku gumanbar Faruk Ulusoy hatiye girtin.