Li Zanîngeha Koçê cendirmeyan karkerên di grevê de desteser kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê komek karkerên ku li Zanîngeha Koçê bi armanca protestokirina şandina hevalên xwe xwestin çalakiyekê bikin cendirmeyan midaxeleya karkeran kirin û hejmarek karker desteser kirin.

Karkerên li Zanîngeha Koçê hefteya borî bi armanca mafên xwe yên sosyal û pereyên zêde yên cejnê û rakirina guşara zêde ya li ser kar, kampanyeya îmzeyan dabûn destpêkirin lê piştî vê kampanyayê, Kompanyeya Eurest Servisê 6 karker ji zanîngehê bo cihekê din veguhestin.

Li gor agahiyan hêza cendirmeyan 6 karker û hejmareke kesên ku piştgiriya wan kirine desteser kirine.

Li gor dîmenên ku li ser medya civakî hatine belav kirin cendirme bi tûndî midaxeleyî karkeran dikin û bi darê zorê wan desteser dikin.