Hûgîliyên hewldana darbeya leşkerî

Navenda Nûçeyan - Hûrdgiliyên hewldana darbeya leşkerî ya Tirkiyê 15ê Tîrmehê hêdî hedî diyar dibe.


Serfermandarê Artêşa Tirkiyê roja hewldana darbeya leşkerî saet 18.00ê li ofîsa xwe dixebitî. Efserên dabekar diçin ofîsa Akar û ji wî re behsa darbeyê dikin û ji wî dixwazin ku “danezana darbeyê” imze bike. Akar jî li dijî wê derdikeve û behsa şaşitiyên wê dike.


Darbekar ji Akar re dibêjin “heger tû danezanê imze bike em tiştekî ji tê nakin” û ji wî dixwazin hinek hizre xwe bike. Lê Akar qebûl nake û ji aliyê darbekaran ve rastî êrişa fizîkî tê.


Darbekarek bi qirika wî digre û yekî din jî demancê didane li ser serê wî û gefa kuştinê lê dikin.


Akar li parlamentoya Tirkiyê wiha behsa wê dema xwe kir:


“Hevalên min, efserên di bin fermandariya min de û alîkarên min hewldan min desteser bikin. Berê çekan dan min. Ez li hemberî wan derketim û piştre di navbera me de xirrecir(pevçûn) derket…”


Li dawetê fermandar rehîn hat girtin


Leşkerên darbekar hevdem Fermandarê Hêzên Bejayî Salih Zekî Çolak, Fermandarê Gişrî yê Cendermeyan Galip Mendî li Enqereyê rehîn digrin dibin baregeha Akincilerê. Fermandar li mezelên cuda têne girtin.


Fermadarê Hêzên Asmanî Abidin Unal wiha tê girtin:


Unal li Klûba Moda Denizê di dema merasîma dawetê de ji aliyên çend efesên hêzên taybet ve tê revandin. Efserên darbekar bi helîkopteran diçin cihê dawetê û çepûrast guleyan berdin û piştre Unal dibin baregeha Akincilerê.


Li Fermangeha Hêzên Taybet pevçûn


Ji aliyekê ve fermandar rehîn têne girtin û ji aliyekê ve jî li leşkergehan pevçûn derdikevin.


Li Fermangeha Hêzên Taybet jî pevçûn derdikeve.


Fermandarê Fermangeha Hêzên Taybet Zekayi Aksakalli piştgiriya darbeyê nake.


Bi gotina pisporê ewlekariyê Mete Yarar, leşkerên darbekar hewl didin Zekayi Aksakalli li Artêşxaneya Gazî bigrin lê Aksakalli xwe ji destên wan xilas dike.


Hevdem 20 leşkerên darbekar bi ser Fermangeha Hêzên Taybet a Golbaşiyê de digrin û li wê derê jî pevçûn derdikeve.


Leşkerek di bin fermandariya Aksakalli de generalek darbekar li Golbaşiyê dikuje.


Piştre Fermandarê Fermangeha Hêzên Taybet Zekai Aksakalli û çend leşker diçin leşkergehê û darbekaran desteser dikin.


Erdogan gazî Stenbolê dikin


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dema ku hewldana darbeya leşkerî destpêkirî li bajarê Marmarisê bû.


Erdogan dê ji Marmarisê derbiketiya lê dê biça kijan bajarî?


Fermandarê Artêşa Yekemîn Orgeneral Umit Dundar telefonê dide Erdogan.


Nivîskarê Hurriyetê îdia dike ku Umit Undar wiha gotiye Erdogan: “Birêz Serokomar hûn serokomarê rewayî. Ez girêdayê te me. Neçe Enqerê, werin Stenbolê ezê te biparêzim.”


Erdogan wê pêşniyarê erênî dibîne. Erdogan ji otelê derdikeve piştre bicih de darbekar bi ser otelê de digrin. Li otelê pevçûn derdikeve û çend leşker û polîs cane xwe ji dest didin û çend jî birîndar dibin.


Parlamento tê bombebarankirin


Li ser daxwaza Serokê Parlamentoya Tirkiyê Îsmaîl Kahraman wezîr û  ji herçar partiyan çend parlamenter li parlamentoyê kom dibin.


Di serî de firokê bi awayekî nizm bi ser parlamentoyê ve difirin lê piştî saet 02.00 dest bi bombebaranê dikin. Herwiha helikopterên Sikorsky jî bi guleyan êrişî polîsên parlamentoyê dikin û di encamê de çend polîs birîndar dibin.


Bîlanço


Bilanço 16ê Tîrmihê danê sibê derket holê.


Serokwezîr Bînalî Yildirim di civînekî rojnamevanî de ragihand: “Di bûyeran de 161 şehîdên me hene. Hezar 440 kes jî birîndr in. Heta niha 2 hezar û 839 leşker û fermandarên beşdarê vê hewldana kirêt bûne, hatine binçavkirin.”


Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag, ragihand heta niha biqasî 6 hezar kes di çarçovaya lêpirsîna hewldana leşkerî de hatine desteserkirin.


Heta niha 7 hezar 850 polîs ji kar hatine avêtin.