Gul, Erdogan û Ozel li ser Rojavayê Kurdistanê dicivin

18-07-2013
RÛDAW
A+ A-
Enqere (Rûdaw) – Piştî şer û pevçûnên dijwar ên li bajarokê Serêkaniyê yê rojavayê Kurdistanê yê di navbera YPG û Cebhet el-Nusra de, tê çaverêkirin ku îro serokomar, serokwezîr û serfermandarê artêşa Tirkiyê li ser van bûyeran bicivin. 

Şer û pevçûnên li Serêkaniyê ji 16ê mehê ve didomin. Piştî şerê du rojan, duh berdevkê ragihandinê yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Serêkaniyê Rêdûr Xelîl ji Rûdawê re ragihand ku bajar ji komên çekdar hatiye rizgarkirin. Xelîl gotibû, “Di şer de 15 çekdar hatine kuştin, cenazeyê 9 ji wan di destê me de ne û 25 çekdar jî dîl hatine girtin.” 

Piştî vê yekê, YPGê ragihand ku dergehê sînor jî ketiye di bin destê wan de û radestî Meclisa Gel a bajarê Serêkaniyê kirine. 

Tirkiye jî ji nêz ve bûyerên Serêkaniyê dişopîne. Piştî bajar ket destê YPGê, Tirkiye ket alarmê. 

Îro serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, wê li Enqereyê ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û serfermandarê giştî yê Artêşa Tirkiyê Necdet Ozel bicive. Berî niha Gul bi awayek cûda ligel wan diciviya, lê vê carê wê hersê bi hev re bicivin.

Li gor rojnameya Milliyet a Tirkiyê, serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul ji ber bûyerên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê diqewimin, bernameya xwe ya Stenbolê di nîvî de hiştiye û vegeriyaye Enqereyê. 

Îro Abdullah Gul, saet 12.00an li gor saeta Tirkiyê wê ligel serokê parlamentoya Tirkiyê Cemîl Çîçek bicive. Tê çaverêkirin ku li ser mijara destûra bingehîn a Tirkiyê baxivin. Gul saet 14.00an jî wê ligel misteşarê MÎTê Hakan Fîdan bicive. 

Saet 17.00an jî Gul, wê ligel Erdogan û Ozel bicive. Di civînê de wê li ser pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK-Tirkiyê û bûyerên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê diqewimin baxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst