3 rojên ewil ên cejnê: 22 mirî, 4 hezar birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Sê rojên destpêkê yên betlaneya Cejna Qurbanê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 22 kes mirine.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di sê rojên destpêkê yên betlaneya cejnê de 22 kes mirine û 4 hezar û 43 kes jî birîndar bûne.

Li gorî amarên ku Alî Yerlîkaya dane, tenê doh 824 qeza çêbûne û 6 kesan canê xwe ji dest daye û 1327 kes jî birîndar bûne.