Li Edeneyê şewat: Dê û pitik mirin, bav birîndar e

18-06-2024
Nîşan Edene Şewat Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê agir bi qata duyem a avahiyekê ket û du kes mirin.

Piştî xeber hat ku li Taxa Sulucayê êgir girtiye qata duyem a avahiyekê, tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîman berî ku agir li avahiyê belav bibe û C.B. bi birîndarî rizgar kir.

Piştre di kontrolên li nava malê de termên Meryem El Meqrûm û kurê wê yê 1 salî Mehmet Emîn B. hatin dîtin.

Tîman termên dê û pitikê wê rakir morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê.

Tedawiya C.B. jî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Edeneyê berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst