Nirxê motorîne dê careke din bê zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, nirxê lîre dadikeve û tişt giran dibin, motorîn dê roja Duşemê careke din giran bibe û bi vî awayî di 12 rojan de motorîn 4,37 lîreyan giran dibe.

Li gor agahiyên ji aliyê çavkaniyên sotemeniya Tirkiyê ve hatine belavkirin, roja Dûşemê 19ê Hezîranê dê motorîn 1 lîre û 64 kuruş giran bibe.

Motorîn 7 Hezîranê 1 lîre û 36 kuruş, 9 Hezîranê 1 lîre û 37 kuruş giran bûbû. Bi giranbûna ku biryar e roja Dûşemê bê kirin, motorîn di nav 12 rojan de 4 lîre û 37 kuruşan giran dibe. Ev tê wê wateyê ku di nav 12 rojan de motorîn %22,5 giran bûye.

Her wiha tê çaverêkirin ku benzîn jî giran bibe. Benzîn herî dawî roja 9ê Hezîranê 2 lîre û 70 kuruş giran bûbû.

Bi giranbûna nû lîtreya motorînê li Stenbol dibe 23,82 lîre, li Enqere 24,24 û li Îzmîrê jî 24,36 lîre. Lîtreya benzînê li Stenbolê 24,04 lîre ye, li Enqerê 24,45 û li Îzmîrê jî 24,48 lîre ye.