Di sarincoka malekê de termên 3 kesan hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bayrakliyê ya Îzmîrê di sarincoka malekê de cenazeyên 3 welatiyên biyanî hatin dîtin.

Li ser îxabrê polîsên ku çûn maleke li Taxa Adaletê ya navçeya Bayrakliyê, di sarincoka malê de 3 term dîtin.

Polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin û li derdora malê tedbîrên ewlehiyê hatin girtin.

Di lêkolîna ewil de hat tesbîtkirin ku kesên mirî welatiyên biyanî ne.