Li Tirkiyê hejmareke zêde ya dermanan peyda nabin

18-06-2023
Nîşan Tirkiye Derman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî bandor li sektora dermanan kiriye. Bi taybetî dermanên ku daîmî tên bikaranîn û ji derve tên hawirdekirin li bazarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êdî peyda nabin. Parlamentera CHPê ya Stenbolê Dr. Gamze Akkuş Îlgezdi bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser pirsgirêka dermanan a ku li wî welatî dest pê kiriye.

Îlgezdi diyar dike ku ji ber daketina lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî dermanên ji derveyî welat tên hawirdekirin û maddeyên xav gelekî giran bûne û dibêje, “Kompanyayên dermanan gihiştine sînorê îflasê û betalkirina îhaleyên kirîna pêdiviyên medîkal ên tên hawirdekirin jî dest pê kiriye.”

Parlamentera CHPê dibêje, “Piştî hilbijartinan bê rawestan daketina lîre li beramber diravên biyanî bi taybetî bandor li sektora otomotîv û cîhazên elektronîk ên ku tên hawirdekirin kiriye. Di nav mehekê de gelekî giran bûne û ev yek herî zêde bandorê li nexweşan dike.”

Li gor Îlgezdi, peydakirina dermanên ku daîmî tên bikaranîn û tên hawirdekirin zehmet bûye û dibêje, “Nebûna hevahengiya di navbera wezaret û kompanyeyan de bûye sedem ku di serî de dermanên penceşêrê û MSê peyda nebin û fîrmayên dermanan jî ber bi îflasê ve biçin.”

Îlgezdi derbarê peydakirina madeyên xav ên derman de jî dibêje, “Meha borî bi 1 dolarê ku 19 lîre bû dermansazan maddeyên xav ên ku hawirde dikirin kirîn, lê vê mehê heman maddeyê divê bi 1 dolarê bûye 23 lîre bikirin. Bi pereyên ku berê 1000 pakêt derman dikirîn niha dikarin 800 pakêt derman bikirin. Lewra êdî peydakirina derman bo nexweşan zehmet bûye.”

Parlamentera CHPê ya Stenbolê behsa zehmetiyên dermanxaneyan jî kiriye û dibêje, “Depoyên dermanan berê bo dema 90 rojan derman bi deyn didan dermanxaneyan lê niha kirine 30 heta 60 roj, ji ber vê yekê dermanxane rûbirûyê zehmetiyên mezin bûne.”

Parlamentera CHPê ya Stenbolê Dr. Gamze Akkuş İlgezdi derbarê îhaleyên derman de jî tekez dike ku divê desthilat yekser ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibîne û dibêje, “Piştî hilbijartinan her çiqas AKP hewl dide nîşan nede lê ji ber bê rawestan daketina lîre li beramberî diravên biyanî, îhaleyên pêdiviyên tibî û medîkal tên hilweşandin. Tenê neştergeriyên bilez tên kirin, neştergeriyên din bi mehan tên paşxistin. Ev herifîn e. Faturaya vê sîstema bêserûber xelk dide, divê deshilat yekser ji van pirsgirêkan re çareseriyekê bibîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst