Desthilata Tirkiyê dixwaze parêzbendiya Salihe Aydeniz rake

14-06-2022
Zînê Cahîde Akgul
Parlamentera HDPê Salihe Aydeniz
Parlamentera HDPê Salihe Aydeniz
Nîşan Salihe Aydeniz Parêzbendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gotinên Serokkomarê Tirkiyê, Wezîrê Dadê yê wî welatî ragihand ku dosyeya tawan dijî parlamentereke Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) amade kirine û îro pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê dike daku parêzbendî jê bê standin û bê dadgehkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Ez di wê baweriyê de me ku mafê parêzbendiya parlamenteriyê mafê heqaretkirina li hêzên ewlekariyê nade ti kesî. Bedêla xayîntiya doh bo kesên kiryar dê tekez ji aliyê hiqûqî ve bê dayîn.”

Roja Yekşemê 12ê Hezîranê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Ocalan hatibû kirin.

Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDPê û polîsan de derket û di nav aloziyê de şerê Parlamentera HDPê Salihe Aydeniz û polîsekî çêbû. Ev jî bû sedema nerazîbûnê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop jî derbarê bûyerê de axivî û got ev suc e û divê parêzbendiya wê parlamenterê bê rakirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop dibêje “Li gor min divê parêzbendiya wê parlamenterê bê rakirin û cezayê pêwîst bê dayîn. Ev tişta ku parlamenterekê li beramber berpirsyarekî giştî, polîsekî û hêzên ewlekariyê kiriye divê neyê qebûl kirin. Ev hedê xwe nezanîn e.”

Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî li parlamentoyê derbarê karvedanên wê rojê de dîmenên wê rojê nîşan dan û got tiştê polîsan li parlamenteran kiriye îşkence ye.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş got “Li cihekî ku 40 parlamenter hebûn, hemû polîsên Stenbolê hatibûn û ragihandin jî ji wê derê derxistin. Ji ber ragihandin nebû min axaftin tomar kirin. Kesên hatibûn wê derê kom bûbûn dixwestin nerazîbûna xwe li beramber îşkencê û tecrîdê nîşan bidin. Lê polîsan bi hemû hêza xwe êrîşkirin û kesên wê derê îşkence kirin.”

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 27emîn Gera Parlamentoya wî welatî de, hezar û 384 dosyeyên rakirina parêzbendiyê dijî parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatine kirin. Ji wê hejmarê 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê hatine tomarkirin ku hinek ji wan derbarê parlamentera DBPê Salihe Aydeniz de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst