AMNESTY: 7 girtiyên doza Geziyê “Girtiyên Ramanê” ne

18-06-2022
RÛDAW
AMNESTY: 7 girtiyên doza Geziyê “Girtiyên Ramanê” ne
AMNESTY: 7 girtiyên doza Geziyê “Girtiyên Ramanê” ne
Nîşan Doza Parka Geziyê AMNESTY
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Navdewletî ya Efûyê (AMNESTY) bi daxuyaniyekê 7 kesên ku li Tirkiyê di çarçoveya Doza Parka Geziyê de hatine girtin, wek girtiyên ramanê ragihandin. Rêxistina navborî roja Înê derbarê biryarê de li Stenbolê civîneke çapemeniyê saz kir.

Hejmareke kesûkar û hevalên wan girtiyan jî di civînê de amade bûn. Sekretera Giştî ya wê rêxistinê Agnes Callamard di peyama xwe ya vîdeoyî de nerazîbûn dijî girtina wan 7 kesan nîşan da û banga yekser azadkirina wan ji aliyên peywendîdar ên Tirkiye kir.

Sekretera Rêxistina Navdewletî ya Efûyê Agnes Callamard got, “Doza Geziyê bi awayek eşekere nîşan dide ku sîstema darazê ya Tirkiyê çawa bûye amûreke herî mezin a guşarê. Ev doz bi nêtên xirab hat bikaranîn. Wate bo bêdengkirina dengên opozîsyonê. Ji ber vê yekê jî Rêxistina Efûyê biryar da ku her 7 girtiyên Geziyê wek girtiyên ramanê rabighîne. Ev hemû kes girtiyên ramanê ne. Divê yekser û bêyî ti mercekî bên berdan.”

Çalakvan û karsaz Osman Kavala jî yek ji wan girtiyan e. Serokê Şaxa Tirkiyê ya Rêxistina Navdewletî ya Efûyê û parêzer Kerem Dikmen nêrîna Kavala ya derbarê vê biryarê de ragihand.

Serokê Rêxistina Navdewletî ya Efûyê yê Tirkiye Kerem Dikmen anî ziman, “Osman Kavala diyar kir ku têgeha “girtiyê ramanê” têgeheke di cih de ye û got girtina me ne ji ber tawanekî ye berovajiya wê yekê me mafekî xwe yê di Destûra Bingehîn de heye bikar aniye.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Parka Gezî ya Taksîmê di navbera 1ê Hezîranê û 4ê Tebaxa 2013an de bi armanca protestokirina birîna beşek ji darên wê parkê hatibûn kirin. Lê hikûmeta Tirkiye ev xwepêşandan wek hewla darbeyê û jinavbirina hikûmetê bi nav kir û derbarê kesên beşdar de doz tomar kir.

Runiştina dawî ya dozê Roja 25ê Nîsana 2022ê li 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê  at kirin. Di dozê de  Osman Kavala bi tohemeta fînansekirina wan xwepêşandanan bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê û 7 kesên din jî bi 18 sal cezayê girtîgehê hatin zîndanîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst