RAPIRSÎ - Hevpeymaniya Cumhur %1.3 xal li pêşiya Hevpeymaniya Millet e

18-06-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Kompanya Şêwirmendî û Lêkolînan a Asalê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiyeke Kompanya Şêwirmendî û Lêkolînan a Asalê, AKP ji sedî 32.5 û CHP %26.5î dengan bidest dixe.

Kompanya Şêwirmendî û Lêkolînan a Asalê encamên dawî yên rapirsiya xwe ya derbarê hilbijartinên Tirkiye de belav kir. Ew rapirsî di navbera 7-14ê Hezîrana 2022ê li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 3 hezar kesên ku temenê wan di ser 18 salî re hatiye kirin.

Li gor rapirsiyê, AKP bi rêjeya ji sedî 32,5 di hilbijartinan de herî zêde dengan bidest dixe. Hevpeymanê AKPê yê Hevpeymaniya Cumhur MHP jî ji sedî 8.1ê dengan bidest dixe. Bi vî awayî rêjeya dengên wê hevpeymaniyê dibe %40.6. Li beramber vê CHP jî bi rêjeya %26,5 di rêza duyem de ye û hevpeymanê wê yê Hevpeymaniya Millet ÎYÎ Partî jî ji sedî 12.8ê dengan bidest dixe û rêjeya dengên wê hevpeymaniyê jî dibe 39.3. Bi vê yekê jî 1.3 xal di navbera wan herdû hevpeymaniyan de heye.

Lê CHP û ÎYÎ Partiyê ligel 4 partiyên opozîsyonê yên  Deva, Seadet, Partiya Demokrat û Gelecekê biryar dane ku di hilbijartinên bê de hevahengiyê bikin, eger dengên wan partiyan jî bo Hevpeymaniya Millet bên hesabkirin, ew hevpeymanî dikeve pêşiya Hevpeymaniya Cumhur ku niha desthilat e.

Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Eger vê Şemiyê hilbijartinên giştî çêbibin hûn dê dengên xwe bidin kîjan partiyê?”

Encamên rapirsiyê wiha ne:

AKP: %32.5

CHP: %26.5

ÎYÎ Partî: %12.8

HDP: %11.0

MHP: %8.1

DEVA: %2.3

Gelecek: %1.2

Saaddet: %1.1

Partiyên din: %3.5

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst