Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest îdianameya HDP bê qebûlkirin

18-06-2021
Şewket Herkî
Şewket Herkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza kir ku îdianameya doza girtinê ya li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) were qebûl kirin. Parêzer û Endamê Komisyona Hiquqê ya HDPê Cahît Kirkkazak jî dibêje ku çi bingehên hiquqî yên îdianeme û rapora rapoter nîne.

Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn lêkolîna xwe ya yekemîn a di derbarê îdîanemeya girtina HDPê de temam kir.

Raportor diyar kir ku kêmasiyên bûne sedema îadekirinê hatine safîkirin û rapora xwe ya ku têde dibêje bila îdianame were qebûlkirin, li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn belav kir.

Raportor di rapora xwe de xwest ku îdanameya têkildarî girtina HDPê ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ve hat amadekirin were qebûlkirin.

Di heman raportê de Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn destanîna li ser mal û milkên HDPê di vê qonaxê de red dike.

Parêzerê HDPê: Çi bingehên hiquqî yên îdianeme û raporê nîne

Parêzer û Endamê Komisyona Hiquqê ya HDPê Cahît Kirkkazak ji Rudawê re di derbarê rapora raportor de ragihand ku çi bingehên hiquqî yên îdianeme û rapora raportor nîne.

Cahît Kirkkazak got: “Roja 30 Adarê raportor bi eşkereyî gotibû ku çi delîl di îdianameyê de nîne ku HDP weke navendeke piştigiriya terorê were tawanbarkirin, lê ji wê rojê heta niha çi guherî? çi bû heta ku raportor nêrîna xwe biguhere? Me berê jî ev îdîaname red kiribû em niha jî dibêjin ku di yekem rapora xwe de raportor di aliyê esasî de îdianame red kiriye, wate kêmasiyên di îdianameyê de ne tenê kêşeyên teknîkî bûn.”

Parêzer Kirkazak heman demê got ku ew bawer dikin dê desteya dadweran îdinameyê qebûl bike û got: “Roja duşemî yekem nirxandin dê were kirin, em hêvî dikin desteya dadweran îdianemeyê red bike, lê ihtimal heye ku îdinameya vê carê were qebûlkirin. Me heta niha ne rapor ne jî îdiname dîtiye. Piştî îdiname gihişte destê me û bo me jî proseya amadekariyên parastinê destpê dikin.”

Lijneya Giştî ya Dadgeha Desturê 21ê Hezîranê yekemîn lêkolîna xwe dike

Lijneya Giştî ya Dadgeha Desturê di doza girtina HDPê de dê di 21ê Hezîranê de roja Duşemê lêkolîna xwe ya yekem bike û li ser vê yekê biryar bide ku îdîaneme bê qebûkirin an na.

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûrê di lêkolîna yekem de dê li ser girtin, çalakî û xebatên partiyê û daxwaza qedexeya siyasetkirinê ji bo kesên ku navên wan di îdîanameyê de hene bisekine.

Herwiha di lêkolîna yekem de dê daxwaza dest dayina ser hesabên bankayê û alîkariya xezîneyê ji bo partiyê jî bên nirxandin.

Dadgeha Destûra bingehîn a Tirkiyê îdîanameya ku derbarê girtina HDPê de hatibû amadekirin ji bo ku kêmasî bên temamkirin îade kiribû.

Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind îdianameyê ji nû ve amade kiribû û ji bo Dadgeha Destûrê şandibû.

Raportorê ku hatibû erkdarkirin di derbarê lêkolîna yekem de rapora xwe qedand û pêşkeşî heyetê kiribû.

Pêvajo dê çawa bê meşandin?

Eger îdianame were qebûlkirin, dê ji bo parastina pêşîn ji HDP re were şandin. Piştî parastina HDP, dê Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin li ser esasê nêrîna xwe pêşkêş bike. HDP jî dê li dijî wê nêrînê parastina xwe bike.

Pişre jî raportor dê rapora xwe amade bike. Ji bo ku biryara girtina partiyekê were cîbicîkirin, di Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 endaman pêk tê, pêwîstî bi piraniya du ji sêyan, ango 10 dengan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst