Înce: AKPê tevahiya civakê parçe kiriye

18-06-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan HilbijartinTirkiye CHP Muharrem Înce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê CHPê yê serokomariya Tirkiyê Muharrem Înce wek berbijêrê herî bihêz ê opozîsyona wî welatî tê binavkirin. Muharrem Înce dibêje, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) tevahiya civakê parçe kiriye, lê eger ku ew bê hilbijartin, ti yek ji van pirsgirêkan namîne.

 

Hilbijartinên parlamento û serokayetiya Tirkiyê di demekê de birêve diçin, ku ew welat rûbirûyê çend asteng û pirsgirêkan bûye.

 

Wek tê zanîn ji aliyekê ve piraniya rojan şer di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê li Bakurê Kurdistanê û çend navçeyên Başûrê Kurdistanê çêdibe û ji aliyekê ve jî mana artêşa Tirkiyê li Efrînê berdewam e û bê ziyan nabe.

 

Di siyaseta derve de jîpirsgirêkên mezin ên Tirkiyê ligel çend welatên navçeyê û rojava hene, li nav wî welatî jî daketina buhayê lîreya Tirkî ziyaneke mezin gihandiye aboriya wî welatî.

 

Berbijêrê CHPê ji bo serokayetiya Tirkiyê eşkere dike, xelk ji siyaset û gavên niha westiyane û dixwaze hinekî bi rihetî bijîn.

 

Muharrem Înce got: “Êdî xelkê Tirkiyê dixwaze nefesekê bide, dixwaze aştî û aramî bicih bibe û buhayê diravên biyanî dakeve, divê Tirkiyê baweriya xwe vegerîne. Ev bi kesekî xwîngerim tê kirin.”

 

Hilbijartinên parleman û serokayetiya Tirkiyê di 24ê hizêranê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê birêve diçin, berbijêrên serokayetî û parleman kampanyên xwe ji bo bi dexstina dengên zêde berfireh kirine

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst