Ji bo Kenan Evren cezayê hetahetayî hat xwestin

18-06-2014
EHMED EKAŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Dadgeheke Tirkiyê ji bo Kenan Evran û  Tahsîn Şahînkaya ku berpirsê derbeya leşkerî ya 12ê îlonê bûn, cezayê hetahetayî xwest.

Li gor medya Tirkiyê, dehemîn dadgeha cezayê giran li paytexta Tirkiyê Enqereyê, derbarê Kenan Evran û  Tahsîn Şahînkaya ku berpirsê derbeya leşkerî ya 12 îlonê bûn de cezayê hetahetayî xwest.

Hat ragihandin ku Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya di bin tometa “tawana li dijî dewletê” û li gor madeya 146 ya qanûna cezayî ya Tirkiyê de hatin cezakirin.

Derbeya leşkerî ya 12ê îlona 1980 bi serpereştiya Kenan Evren hat pêkanîn ku tê de bi sed hezaran siyasetemdar û hemwelatiyên Tirkiyê ketin zindanan û hemû partiyên Tirkiyê qedexe bûn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst