Li Kutahyayê bi hinceta PKKyê 12 kes hatin desteserkirin

18-05-2024
RÛDAW
Nîşan Kutahya PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kutahyayê bin hinceta PKKyê 12 kes hatin desterserkirin.

Ekîbên Şaxa Îstixbaratê û Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Rêveberiya Kutahyayê bi ser çend navnîşan de girt.

Di encamê de 12 kes hatin destserkirin.

Li gorî îdiyan Rêveberiya Ewlehiya ya Kutahyayê kesên hatine desteserkirin endamên PKKyê bûne û propagandaya rêxistinê kirine.

Herwiha hat îdiakirin di lêgerînên li navnîşanan de demanceyên bêruxset, materyalên dijîtal, nivîsên hêmanên sûcê dihewînin û belgeyên derbarê qaçaxçîtiya bacê de hatin bidestxistin.

Karûbarên li ewlehiyê yên O.S, V.Ş, A.K, B.K, N.K, O.B, E.D, T.D, M.K, Î.B, Î.B. û S.Y yên hatine desterserkirin, dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst