Kiliçdaroglu têkildarî rewşa dawiyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê û berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ragihand, hemû girtenameyên sindoqan di destê wan de ne û nahêlin ti dengekî wan bê wendakirin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro 18ê Gulanê li Navenda CHPê li Enqerê konferanseke rojnamevaniyê saz kir. Kiliçdaroglu derbarê encamên hilbijartinê de dibêje, peyama welatiyan wergirtine û nahêlin ti dengekî wan bê dizîn.

Kemal Kiliçdaroglu got: “Ez dixwazim mijara YSKê eşkere bikim. Hemû girtename didestê me de ne. Em nahêlin mafê yek dengdêrî jî bê xwarin. Me hemû gilî û îtirazên pêwîst li Desteya Bilind a Hilbijartinê tomar kirin. Heta dengê herî dawî rast were nivîsandin em ê li ser rawestin. Vê hilbijartinê careke din nîşanda ku ev sînorê gendelî û bêexlaqiyê nasnakin, bila hemû welatiyên me vê yekê baş bizanin. Di 28ê Gulanê de, bo her sindoqekê pêwîstiya me herî kêm bi 5 çavdêran heye.”

Kiliçdaroglu got ku 14ê Gulanê derbas bû û wiha domand: "Wekî min berê jî got ji sindoqê di gera ewil de li hemberî vê desthilatdariyê nerazîbûn derket holê û AKPî 7 pûan paşve ket. Peyamên ku welatiyan da me jî me hilda. Ji bo ku edalet, bereket û aramî bê vî welatî hêj bi milyonan welatî hene ku divê em xwe bigihijînin wan. Di vî 10 rojî da em dê ji bo vê yekê hewl bidin."

Kiliçdaroglu, Erdogan bi wê yekê tohmetbar kir, ku gelek caran bi rêxistinên terorê re hevdîtin kiriye.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdarolgu di heman demê de dibêje: “Min ti caran bi rêxistinên terorê hevdîtin nekirine û nakim. Erdogan gelek caran bi rêxistinên terorê hevdîtin kir. Erdogan li sînorê welat û namûsa xwe xwedî derneket. Ji ber Erdogan welat tijî koçber bû. Ez çawa bêm ser desthilatê ez ê koçberan bişînim welatên wan. Erdogan bi gustîlkekê hat ser desthilatê, li hemû kesûkarên xwe dewlemend kir. Eger ev desthilat berdewam be dê 10 milyon koçberên din werin. Eger ev desthilat berdewam be dê dolar bibe 30 lîre.”