Di civîna 6 partiyan de çi hat axaftin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên partiyên siyasî yên Hevpeymaniya Millet duh bi mazûvaniya namzedê Serokomariyê yê wê hevpeymaniyê Kemal Kiliçdaroglu li Navenda Giştî ya CHPê civiyan. Hin zanyariyên ne fermî derbarê naveroka civînê de hatine belavkirin.

Hevdîtin nêzî du saet û nîvan dewam kir. Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî nehat dayîn.

Li gor malpera T24 a Tirkiyê, di wê civînê de serokên şeş partiyên opozisyonê ji bo xebatên gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ku dê di 28ê Gulanê de bê lidarxistin, li ser hin xalan li hev kirine.

Li gor T24ê, di hevdîtinê de ev xal hatine nirxandin:

- Hevbendên Hevpeymaniyê li hev kirin ku bi Sînan Ogan re têkilî deynin. Di civînê de li ser zêdekirina zimanê netewperestî jî gotûbêj hatiye kirin.

- Mijara ragihandina civata wezîran berî niha ket rojevê. Meral Akşener li dijî vê yekê derket. Ev proje hat terikandin.

- Biryar hat dan ku serokên teşkîlatên hemû partiyan ên li parêzgehên bi hemahengî li gel hev kar bikin û rojane raportên hevbeş bên amadekirin û pêşkêşî serkirdeyan bên kirin.

- Ji bo ewlekariya sindoqên dengdanê bi beşdariya hemû aliyan komeke nû ya koordînasyonê hat avakirin.

- Ti mîtînga hevpar nayê plankirin. Xebata gera derî bi derî dê derkeve pêş.

- Kemal Kiliçdaroglu got ku partiyê di derbarê hilbijartinan de hinek guhertin kirin. Wî got, li şûna Serokê Koordînasyona Hilbijartinê ya Qadê Erdogan Toprak, wî Engîn Ozkoç û Bulent Tezcan erkdar kirine. Çavkaniyên ji CHP'ê diyar kirin ku Toprak beriya niha di tûra yekemîn de wezîfeya xwe qedandiye, wezîfeya wî ya serşêwirmendiyê dewam dike û hêj di ofîsa xwe de xebatên xwe didomîne.

- Hat diyarkirin ku Kiliçdaroglu dema qala mijareke pêwendiyê dike gotiye ew dê Tuncay Ozkan ji wezîfeyê derxin.

- Piştî hevdîtinê ti daxuyaniyeke nivîskî nehat dan.

Parlamenterê CHPê yê Îzmîrê û Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Tuncay Ozkan derbarê civînê de duh gotibû, bi armanca nirxandina hilbijartinên 14ê Gulanê û amadekariyên gera dûyem a hilbijartina serokkomariyê, serokên her 6 partiyên Hevpeymaniya Millet demijimêr 15:00 li Navenda Giştî ya CHPê dicivin.

Roja Yekşemê 14ê Gulanê hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê li Tirkiyê hatin lidarxistin.

Li gor encaman, Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu %44.89 dengan û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan jî %49.50 dengan bi dest xistine, herwiha Berbijêrê Hevpeymaniya ATA Sînan Ogan jî %5.17 dengan bidest xist.

Lê ji ber ti yek ji berbijêrên sereke, Kiliçdaroglu û Erdogan nekarîn rêjeya 50+1 misoger bikin, hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyem bû.