Sînan Ogan û Ahmet Davutoglu civiyan

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Sinan Ogan Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku di nav Hevpeymaniya Millet de ye bi rojeva gera duyemîn a hilbijartinê civiyan.

Piştî civîna 6 serokên Partiyên Hevpeymaniya Millet ya li Navenda Gişt ya CHPê  li Enqere, duh Çarşemê 17ê Gulanê di demjimêrên şevê de Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu bi Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan re civînek pêk anî.

Li gor agahiyên medyaya Tirkiyê mijara wan a sereke helwesta Sînan Ogan a di gera duyem a hilbijartinên Serokkomariyê de bûye.

Ev didemekê de ye sibe 19ê Gulanê Sînan Ogan biryara xwe eşkere bike ka dê di gera duyem de piştgiriyê bide Berbijêrê Hevpeyaman Millet Kemal Kiliçdaroglu yan jî dê piştgiriyê bide Serokkomarê niha û Berbijrêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst