Soylu û Kurtulmuş li ser kêmbûna dengên HDPê daxuyanî dan

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, Partiya Çepên Kesk (YSP) bi pêkhateyên xwe re %20ê dengên xwe ji dest dane. Alîkarê Serokê AK Partiyê Numan Kurtulmuş jî dibêje, di hilbijartinê de tiştê girîng kêmbûna dengên YSPê ne.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şeva 17ê Gulanê di bernameyeke televîzyonî de derbarê encamên hilbijartinan de axivî.

Soylu li ser YSPê got: “Partiya Çepên Kesk di vê hilbijartinê de ligel pêkhateyên xwe nêzîkî %20ê dengên xwe ji dest dan. YSP bi 5 pêkhateyên xwe re beşdarî hilbijartinê bû tevî rojhilat û başûrê rojhilat li her cihê Tirkiyê deng ji dest da.”

Numan Kurtulmuş jî di bernameyeke televîzyonî de li ser pirsa “HDPê rola xwe ya kilîd ji dest da?” got: “Dema em li encamên hilbijartinê dinêrin, ku em bibêjin 4-5 encamên girîng çi ne, li Tirkiyê daketina dengên HDPê ji bo siberoja siyaseta Tirkiyê amajeyeke girîng e.”

Kurtulmuş dibêje, dengdêrên deng didin HDPê hişyariyê didin û jê re dibêjin, “Êdî bes e bila di navbera we û çiya de mesafeyek hebe” û sedema herî girîng a daketina dengên HDPê ev e.

HDPê di hilbijartina 2018an de %11.7ê dengan bi dest xistibû û di hilbijartina 14ê Gulana 2023an de ku di bin navê YSPê de beşdar bû %8.8ê dengan bi dest xist.