Perinçek eşkere kir dê piştevaniya kîjan berbijêrî bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek ragihand, ew dê weke partî di gera duyem a hilbijartina serokomariyê de piştgiriyê bidin Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek di Civîna Lijneya Biryarê ya Navendî ya Partiya Vatanê ya li Navenda Kongreyê ya Haliçê de biryara piştgiriya ji bo Hevpeymaniya Cumhurê ragihand.

Dogu Perinçek di axaftina xwe de wiha got: "Berbijêrê serokomariyê Brêz Kemal Kiliçdaroglu di projeya Amerîka û Îsraîlê ya dijî Tirkiyeyê de rola weke amûrekê hildaye ser xwe.”

Perinçek îdia dike ku di vê çarçoveyê de bi awayekî eşkere ligel PKK û Cemate Fetullah Gulen hevkariyê dike û dibêje: “Rêxistinên cudaxwaz û kevneperest ên ji navendên kurewî tên birêvabirin bi lîsteyên CHPyê veguhestin parlamentoyê. Kiliçdaroglu berbijêrê tasfiyekirina dewlet û artêşa Tirk, koletiya navendên fînansa kurewî, rizîna çandî, tolhildana 15-16ê Tîrmehê û bernameya kaosê ye. Brêz Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan jî di hedefa planên emperyalîst de ye û di vê çarçoveyê de di sengera Tirkiyeyê de ye."

Perinçek herwiha got, "Em di rawestgeha 28ê Gulana 2023yan a hedefa 'Dewleta Bihêz Miletê Hildiberîne' de ne. Di merca hilbijartinê ya bi du vebijêrk dr em bangî gelê xwe dikin ku deng bidin Brêz Recep Tayyip Erdogan."