Erdogan û Kiliçdaroglu bang li ciwanan kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Herdu berbijêrên serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu û Recep Tayyip Erdogan ji bo gera duyemîn a hilbijartina serokkomariyê banga li ciwanan kirin.

Ji ber rêjeya dengên ti berbijêrê serokkomariyê %50 derbas nekiriye hilbijartina serokkomariyê derbasî gera duyemîn bû.

Di gera duyemîn de rikeberî di navbera berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet tê kirin û berbijêrê ku herî zêde deng bidest bixe dê bibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku di vê demê de beşdarî mitingan nabe û roja Çarşemê 17ê Gulanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi peyamekê hem sipasiya ciwanan û hem

Erdogan dibêje: “Birayên min ên ciwan, ez spasiya her kesî ji we dikim ku 14ê Gulanê xwedî li îradeya xwe derketin, li ser sindoqan bijardeya xwe bi awayekî azad nîşan dan û piştgirî dan demokrasiya me. Birayên min ên ciwan ez di 28ê Gulanê de ji piştgiriya we ya xurt bawer dikim.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî heman rojê vîdeoyek belav kir ku peyama wî ji bo gera duyemîn bû.

Kiliçdaroglu metirsiya zêdebûna koçberan aniye ziman û amaje bi sînorên Tirkiyê dide û bang li ciwanan dike ku biçin ser sindoqan dengê xwe bidin.

 Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got: “Hûn ciwanên vî welatî, rabin ser xwe, wê axa mirî ji ser xwe rakin. Yên ji welatê xwe hez dikin bila biçin ser sindoqan û dengên xwe bikarbînin. Heta dawî em dê têbikoşin. Tekez em dê biserkevin.”

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di hilbijartinên îsal de hejmara dengderên ku cara yekemîn deng dane 4 milyon û 904 hezar û 672 e û banga berbijêran bo wan ciwanane ku dengên xwe bikarbînin.

Encamên fermî yên hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê roja Înê 19ê Gulanê tên eşkere kirin lê li gor encamên ku heta niha ji aliyê YSKê hatine ragihandin rêjeya dengên Erdogan %49.5 û yê Kiliçdaroglu jî %44.89 e.