Sînan Ogan sibe biryara xwe eşkere dike

Hewlêr (Rûdaw) - Bebrijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji sedî 5ê dengan bidestxistibûn, dê di 19ê Gulanê de eşkere bike ku di gera duyem a wan hilbijartinan de piştevaniya kîjan berbijêr bike.

14ê Gulana 2023an li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên Parlamenterî û Serokkomariyê hatin kirin.Di hilbijartinên Serokkomariyê de Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan ji sedî 49.5, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet  Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 44.8ê dengan bidestxistibû. Berbijêrê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan jî ji sedî 5.1ê dengan bidetsxistin û bi vê jî hilbijartinên Serokkomariyê birin bo gera duyem ku bo yekalîbûna wan hilbijartinan di gera yekem de pêdivî bi 50 kom yekê dengan bû.

Berbijêrên Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan di gera dûyem a hilbijartinan de rikaberiyeke tund dikin.

Piştî diyarbûna encamên hilbijartinan çav li helwesta Hevpeymaniya Ata ne ku dê bi rêjeya ji sedî 5ê piştevaniya kîjan berbijêrî bike ku ew deng di gera duyem de yekalîker in.

Rojnamevanekî Tirkiyê yê bi navê Kurşat Oguz roja 17ê Gulana 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî  ragihand ku wî bi Berbijêrê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan re bi rêya telefonê peywendî kiriye û Ogan ji wî re gotiye ku ew dê di 19ê Gulanê de helwesta xwe ya li ser hilbijartinên gera duyem ên Serokkomariyê ku di 28ê Gulanê de tên kirin,  ji raya giştî re eşkere bikin. 

Oguz dibêje: “Ez ligel Sînan Ogan axivîm. Dengê wî hinekî kêm bû û hinek nexweş bû. Got: em dê biryara xwe di 19ê Gulanê de eşkere bikin.”

Hevpeymaniya Ata ku li ser bingehên nijadperestî û dijayetiya koçberan hatiye avakirin ji Partiya Zafer, Partiya Dadê, Partiya Rast, Partiya Hevpeymaniyên Tirkiyê û Partiya Ulkem pêk tê. Serkêşa Hevpeymaniyê ji Partiya Zafer pêk tê û Serokê wê dibêje şandina koçberan û “rûbirûbûna terorê” xetên wan ên sor in ji bo lihevkirin û piştevaniya berbijêrên herdû hevpeymaniyên Millet û Cumhur di gera dûyem a hilbijartinan de.