Li Deryaya Egeyê bi hêza 5.1 pile erdhej çêbû; Mugla hejiya

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Deryaya Egeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê zêdetirî 9 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez  roja Pêncşemê 18ê Gulana 2023an ragihand ku li Deryaya Ege û Girava Giritê nêzîkî parêzgeha Mugla ya Tirkiyê di demjimêr 21:58an de bi hêza 5.1 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 9,07 kîlometre bin erdê bûye.

Piştî erdhejên navend Mereşê yên 6ê Sibatê li seranserê Tirkiyê erhejên paşekî berdewam in û pispor hişyariyê didin ku dibe erdhejên hêza wan zêdeyî 7 pileyan çêbibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst