Lêkolîn: Ji %73ê ciwanên li Tirkiyê dixwazin koçî derve bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor lêkolîna Komeleya Kondrad-Adenauer-Stiftung ya navenda wê li Almanyayê ye ji %73ê ciwanan dixwazin ji Tirkiyê koçî welatên din bikin û bijardeya %30.6ê wan welatên Ewropayê ne.

Komeleya Kondrad-Adenauer-Stiftung ku navenda wê li Almanyayê ye 28ê Nîsana 2023an bi 3 hezar û 243 kesan re li ser sedemên koça ciwanan ji Tirkiyê lêkolînek kiriye û encamên wê lêkolînê eşkere kirine.

Li gor lêkolînê sedeme sereke ya koçkirina ciwanan ji Tirkiyê rewşa aboriye û sedemên civakî jî piştî wê yekê tên. Herwiha %30.6ê ciwanan dixwazin biçin welatên Ewropayê û %15ê ciwanan jî dixwazin biçin Amerikayê. %55.7ê ciwanên ku dixwazin ji Tirkiyê koç bikin jî mêr in.

Nûnerê Tirkiyê yê komeleyê Prof. Dr. Ali Çaglar derbarê lêkolînê de amaje bi wê yekê daye ku di nav 177 welatên herî zêde mirov jê koç dikin, Tirkiye di rêza 132emîn de ye û Sûriye jî di rêza 11emîn de ye. Herwiha welatên ku herî kêm mirov jê koç dikin jî wek Awustralya, Swêd, Norveç, Keneda û Danimarka hatiye rêzkirin.