Ji HUDA PARê derbarê îtiraza li hemberî encamên hilbijartinê daxuyanî

18-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Encamên Hilbijartinê HUDA PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Doza Azad (HUDA PAR) ji bo îtirazkirina li hemberî encama hilbijartinê ya ku li Êlih û Mêrsînê hatibûn kirin de daxuyanî da û ragihand ku di hejmara parlementerên wan de tu guherîn çênebû û di ser de jî piştî îtirazê hejmara dengên wan zêde bû.

Di daxuyaniya ji alî HUDA PARê ve hat kirin de hat gotin ku encama îtirazên li Êlih û Mêrsînê ji bo encamên hilbijartinê hatibûn kirin, diyar bû.

HUDA PARê bi bîr xist ku Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) encamên teqez ên hilbijartinê di 19ê Gulanê de eşkere bike û wê demê encam dê çêtir bê dîtin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu ji Stenbolê, Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demir ji Dîlokê, Endamê Lijneya Îdareya Giştî ya HUDA PARê Faruk Dînç ji Mêrsînê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli jî ji Êlihê di lîsteyên AK Partiyê de bûne parlementer.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst