Erdogan plana xwe ya bo Rojavayê Kurdistan û Sûriyê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê 13 komelgehên niştecihbûnê bo yek milyon kesî ava bikin.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AK Partiyê îro di civîna fraksiyona partiya xwe de li ser pêşhatên dawî yên siyasî axivî.

Rewşa Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê, mijara penaber û koçberên li Tirkiyê û proseya endamtiya Swêd û Finlandayê di NATOyê de mijarên sereke yên gotara Erdogan bûn.

Erdogan li ser mijara Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê ku biryar e bê hilweşandin û CHP jî nerazî ye, ragihand ku ew dê veguherînin parkeke niştimanî ya mezin û herwiha aşkere kir ku ew dê roja 29ê Gulanê salvegera dagirkirina Stenbolê li Balafirgeha Stenbolê pîroz bikin.

Li ser mesela koçber û penaberan jî Erdogan dûpat kir ku ew ti kesî bi zorê venagerînin û nîqaşa li ser penaberan jî wek beşek ji `planeke qirêj` binav kir. Lê Erdogan dûbare jî kir ku ew li bakurê Sûriyê 13 komelgehên niştecihbûnê ava dikin bo milyonek kes û got, wan beşeke mezin a wan bajaran jî temam kirine.

Erdogan li ser daxwaza Swêd û Finlend a bo endamtiya NATOyê jî careke din ew welat bi piştgiriya PKK/YPGê tomehmetbar kirin û got, wan daxwaza 30 kesan ji Swêdê kiribû lê Swêdê ew kes radest nekiribûn.

Erdogan, YPG û PKK wek "rêxistinên terorî" bi nav kirin û got, hem piştgiriya bo YPG/PKK bikin û hem jî daxwaza endamtiya NATO bikin, di nav xwe de nakok e.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan: “Me ji Swêdê 30 terorîst xwestin nedan me. Hûn terorîstan nadin me, lê daxwaza endambûna NATO ji me dikin. Em rê nadin ev rêxistina ewlekariyê ne ewle bibe. Li gel Yunanê carekê ev xeletî hat kirin. Yunan û Fransa ji NATO derketibûn, piştre me bo endambûna wan got erê. Dixwazin Duşemê bên, lê bila xwe newestînin. Bi sed hezaran Euroya ev didin rtêxistinên terorî ku belavtir bibe. Ma bi hezaran barhilgir, bo rêxistinên terorî nehatin şandin? Ev şirîkên me bûn li NATOyê.”