Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan derbarê ferzkirina ceza bi ser Serokê CHPê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu de got: “Yên li beramber guşarên ser HDPê bêdeng bûn, niha dibin armanc.”
Ferzkirina ceza bi ser Kaftancioglu de bû sedema karvedanên siyasiyan. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje, îtirafê bi wê biryar û dadgehê nakin ku ceza li ser Canan Kaftancioglu ferz kiriye.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: “Em bûn şahidê tolstandina siyasî ya Erdogan. Seroka rêxistina partiya me ya Stenbolê xatûn Canan Kaftancioglu hat mehkûmkirin. Bi wê jî ranewestiyan, qedexeya siyasî jî xistin ser. Eger hun vê nedadmendiyê qebûl nikin, wê demê wê nedadmendiyê jî qebûl dikin ku sibe derheqê we de tê kirin.”
Hevseroka Giştî ya HDPê li ser van gotinên Kiliçdaroglu helwêsta xwe pêşan da. Buldan ligel şermezarkirina wî cezayê li ser Kaftancioglu hatiye ferzkirin, ew dem bibîr xistin ku guşar li HDPê dihat kirin û helwêsta aliyan nebû. Buldan yekrêziya opozisyonê girîng dibîne.
Pervin Buldan got: “Dema HDP û hêzên demokrasiyê rûbirûyê êrîşê bûn û qeyûm bo ser şaredariyên HDPê hatin danîn, ewên ku bêdeng bûn û nikarîn tiştekî bibêjin û digotin lê… gelo…! Îro tam ketine ber pêla van êrîşan. Bêdengî tarîkiyê zêdetir dike, lê karvedana hevbeş û bihêz, ronahiyê tîne.”
Lê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) ku hevpeymanê AK Partiyê ye, biryara dadgehê ya derbarê Kaftancioglu de rewa û rast dibîne.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî jî got: “Seroka Rêxistina CHPê ya Stenbolê, sivikayetî bi karmendê dewletê kiriye li ser kar. Bi qest sivikatî bi dewleta Komara Tirkiyê kiriye û wek bikuj binav kiriye. Wê tawan kiriye.”
Canan Kaftancioglu, kesayetiyeke bi bandor a CHPê ye li Stenbolê. Di hilbijartina şaredariya Stenbolê de rola wê di serkeftina Ekrem Îmamoglu de hebû. Lewra berpirsên CHPê di dosyeya cezakirinê de AK Partiyê tohmetbar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse