Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylu li ser kursiya dadger in
Hewlêr (Rûdaw) – Selahattîn Demîrtaş dibêje, doza `bûyerên Kobanî` bi temamî siyasî ye û dozeke tolhildanê ya li dijî HDPê ye û got jî, “Erdogan, Bahçelî û Soylu li ser kursiya dadger û artêşa trolan û medya jî li ser kursiya dozger rûniştine.”
Duyemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya `bûyerên Kobanî` îro Sêşemê li 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîncanê ya li Enqerê birêve diçe.
Di çarçova dosyeya `bûyerên Kobanî` 108 kes tên dadgehîkirin ku 28 kes ji wan girtî ne û herwiha 9 parlamenterên HDPê jî di çarçova vê dozê de tên dadgehîkirin.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji girtîngeha li bajarê Edîrnê bi rêya Sîstema Reng û Deng beşdarî rûniştina duyem a dadgehê bû li ser dosyeya `bûyerên Kobanî`.
“Berpirsyarên rasteqîn û kesên komkujî kirine dê diyar bibin”
Selahattîn Demîrtaş di destpêka rûniştinê de xemgîniya xwe derbirî ku ew siyasetmedarên ji bo “aştî û demokrasiya Tirkiyê fedakariyê” dikin tên dadgehîkirin.
Hevserokê berê yê HDPê dibêje jî ev doz û armancê wê bi temamî siyasî ne û tekez dike ku ew dê sedemên vê dozê bi zelalî aşkere bikin û got, “Her kes piştrast be, rojek dê bê ku Doza Kobanî jî dê bê vekirin û berpirsyarên rasteqîn, kesên komkujî kirine û dane kirin, dê derkevin holê. Wê demê ne em dê li ser kursiya bergumanan bin.”
Selaahttîn Demîrtaş di berdewamiya gotinên xwe de behsa wê kir, ew tê neçarkirin ku bêyî parêzer parastina xwe bike û got, “Ez niha li holê Segbîsê (Sîstema Deng û Reng) bêyî parêzer parastina xwe dikim. Ez ji ber nexweşiyên xwe nikarim bêm hola dadgehê jî. Dozname jî bo mion nehatiye pêşkêşkirin.”
“Em dê derbarê dadgehê de daxwaza lêkolînê bikin”
Selahattîn Demîrtaş behsa doznameya derbarê `bûyerên Kobaniyê` de jî kir û ji heyeta dadgehê re got, ev dozname ku ji 3530 rûpelan pêk tê roja 30ê Berfanbara 2020 bo we hat şandin û eger ev dozname 24 demjimêran bêyî navber bê xwendin 9 roj dem pêwîst in lê heyeta dadgehê 3 roj piştî pêşkêşkirina doznameyê ragihand ku wan lêkolîn û xwendin li ser wê dosyeyê kiriye. Demîrtaş dibêje, “Ne pêkan e ev dozname di vê dema kurt de bê xwendin û lêkolînkirin. Em dê daxwaz bikin derbarê dadgehê de lêkolîn bê destpêkirin. Di vir de gumanek heye.”
Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) berî niha ragihandibû ku divê Demîrtaş demildest bê berdan û li ser vê yekê jî Hevserokê berê yê HDPê dibêje, “Biryara DMME 12ê Mijdarê bo îmzeyê hat vekirin û 22ê Berfenbarê jî hat aşkerekirin. DMMEyê biryara 40 roj piştî wê ragihand, lê hinekan ew biryar bihîst. Birayê dadgerê Tirk ê li DMMEê endamê Rêveberiya AKPê ye. Hêj 20 roj mabûn bo aşkerekirina biryarê, Erdogan û Bahçelî daxuyaniyên tund li dijî min dan.”
“Sextekarî hatiye kirin û ev tawaneke giran e”
Demîrtaş gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî bibîr xistin û ji heyeta dadgehê re got, “40 bo aşkerekirina biryara DMMEyê mabûn Erdogan got `dadgehên me dê tişta pêwîst bikin` û hûn jî ji roja dozname gihiştiye destê we ve vê fermanê cîbicî dikin.”
Hevserokê HDPê, got jî heyeta dadgehê jibilî wergerkirina korsan, sextekarî jî di wergerê de kiriye û diyar kir, “Ji bo ku biryara DMMEyê li dijî min bikar bînin, hîle hatiye kirin. Hevoka herî krîtîk a di biryara DMMEyê de xelet hatiye nivîsîn. Ev tawanek giran e û bi belgeyan hatiye destnîşankirin.”
Demîrtaş herwiha diyar jî kir, heta niha jî wergera fermî ya biryara DMMEyê di dosyeyê de nîne û ji dadgehê re got, “DMMEyê biryara demildest azadkirinê da. Biryara mezintirîn binpêkirina di dîroka Tirkiyê de da, gelo vê jî peywendî bi we nîne? (DMME) dibêje tu bi armanca siyasî hatiye girtin.”
“Erdogan, Bahçelî û Soylu”
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş dibêje, di rastiyê de di Doza Kobaniyê de dadger û dozger nînin û li şûna wan “Erdogan, Bahçelî û Soylu li ser kursiya dadger û artêşa trolan û medya jî li ser kursiya dozger rûniştine. AKP û MHP îro xwe wek dadger û dozger îlan dikin û hewl didin HDPê dadgehî bikin. Lê em nahêlin îradeya xelkê bi van dadgehkirinên plangerî bê binpêkirin.”
Bûyerên Kobanî
Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.
Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.
Biryara DMME
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja 22ê Kanûna 2020an derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kiribû û ragihandibû ku divê Demirtaş demildest were berdan.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de ragihandibû,“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”
Lêbelê 7emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Enqerê bi hinceta ku wergera biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bi Tirkiyê nehatiye pêşkêşkirin, daxwaza azadkirina Demîrtaş red kiribû.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû, Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê biryar li ser bingeheke rast nedaye û wek “binpêkirin” binav kiribû û rexne li CHPê jî girtibûn bi sedema ku “alîgiriya Demîrtaş” dike.