Partiya Saadetê: Dibe Altan Tan ji lîsteya me bibe namzed

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Saadetê û namzede serokomariyê Temel Karamollaoglu got dibe ku parlamenterê HDPê Altan Tan ji lîsteya wan bikeve hilbijartina 24ê Hezîranê  ya bo parlamenteriyê.

 

Demek dirêj e ku dihat behskirin eger heye Altan Tan ji lîsteya Partiya Saadetê bikeve hilbijartina parlamenteriyê.


Derbarê vê mijarê de Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu daxuyanî da rojnameya Cumhuriyetê.


Li ser pirsa di lîsteya we de navên suprîz hene Karamollaoglu wiha bersivand: “Dibe ku di nav lîsteya me de yek an du navên surprîz hebin. Karê me zehmet e. Divê hem li gor me be û hem jî bala civakê bikişine ser xwe.”


Derbarê namzebûna Altan Tan de jî Serokê Giştî yê Partiya Saadetê wiha axifî: “Ez dibêjim qey dê bibe namzed. Berê jî endamê lijneya rêvberiya partiya me bû."