Namzedê HDPê yê Mersînê: Êrişên Edene û Mersînê plankirî bûn

18-05-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê HDPê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat li ser teqînên ku di nav avahiyên HDPê de çêbibûn ragihand, ew teqîn di rojên mîtîngên partiyê de çêbûne ji ber wê jî “êrişên plankirî” ne.

Îro danê sibê li avahiyên HDPê yên Mersîn û Edeneyê de teqîn çêbûn.

Li ser vê bûyerê namzedê HDPê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat daxuyaniyek da û got, her du teqîn di yek wextekê de çêbûne ev jî nîşan dide ku teqîn plankirî bûne.

Mîr Firat diyar kir ku li gellek bajarên Tirkiyê HDP rastî êrişê tê û wiha axivî: “Ev êriş dê dîsa bidomin çimkî em bawer nakin bên sekinandin. Dema dibînin HDP dê benda hilbijartinan derbas bike ditirsin û êrişî wê dikin. Bûyerên wiha hemû dikevin stûyê dewlet û hikûmetê ji ber ku erka wan parastina can û malên welatiyên e…”

Namzedê AKPê yê Mersînê Muhsîn Kizilkaya jî li ser bûyer daxuyaniyek da û got, ez niha li Stenbolê me lê min bi rêveberê asayişê re axivî. Di destê wan de agahiyek wisa misoger tine tenê behsa bombeya dengî dikin.

Endama şanda Îmraliyê û parlamentera HDPê Pervîn Bûldan jî di twîttera xwe de got, bila ne serokomar, ne serokwezîr û ne hikûmet vê bûyerê şermezar nekin bila bêdeng bin ji her tiştî baştir e.

Ji aliyekî din, alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan li ser twîttera xwe got, ez êrişên li dijî avahiyên HDPê li Edene û Mersînê şermezar dikim û hevxemiya xwe ji bo HDP û birîndarên bûyerê tînim ziman. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst