Rêveberiya DEM Partiyê civiya: Rojev encamên hilbijartinan in

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro li navenda xwe ya li Enqereyê civiya.

Rojev civîna rêveberiya DEM Partiyê encamên hilbijartinan û nexşerêya dema nû ye.

Endamên Rêveberiya DEM Partiyê li navenda partiyê bi serokatiya Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullariyê civiyan.

Di civîna DEM Partiyê de encamên hilbijartinan hatin nirxandin û nexşerêya dema nû hat diyarkirin.

Herwiha Pirsa Kurd û pirsgirêkên aborî jî di rojeva rêveberiya DEM Partiyê de ye.

Tê çaverêkirin ku piştî civînê Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan civîneke medyayê saz bike.