Demîrtaş bo Erdogan: Nirxê pîvaz û nan bike 1 lîre ez dê xwe di girtîgehê de bihêlim

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selhattîn Demîrtaş bi peyamekê bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ên li dijî xwe da û got: “Tu dolar bike 5 lîre, nan û pîvaz jî bike 1 lîre ez dê xwe di girtîgehê de bihêlim.”

Ev demeke berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erodgan di axaftinên xwe de gotinên berbijêrê Hevpeymnaiya Millet Kemal Kiliçdaroglu yên derbarê azadkirina Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd  Selhattîn Demîrtaş bibîrtîne û dibêje ku  take armanca wî ew e ku Demîrtaş azad bike.

Sellahattîn Demîrtaş roja Sêşemê 18ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peymakê bersiva gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan.

Demîrtaş di peyama xwe de bal kişand ser rewşa aborî ya Tirkiyê û ji Erdogan daxwaz kir ku eger ew nirxê beşek ji kelûpelên jiyanê û rêjeya enfilasyonê daxîne ew dê bixwe xwe li girtîgehê bihêle.

Hevserokê berê yê HDPê di peyama xwe de ji Serokkomarê Tirkiyê re dibêje:” Soza Erdogan a bo Tirkiyê  ku ev 21 sal in li ser desthilatê ye ev e : “Ez dê Selo (Sellahattîn Demîrtaş) li girtîgehê bihêlim”. Tu dolar bike 5 lîre, nan û pîvaz  bike 1 lîre, goşt bike 50 lîre û enfilasyonê jî  bike ji sedî 2, soz ji te re ez dê bixwe xwe li girtîgehê bihêlim.”

Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê” ji 4ê Cotmeha sala 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye. Beşek ji cezayên girtîgehê jê re hatiye dayîn û proseya darizandina wî berdewam e. Demîrtaş piraniya caran bi rêya sîstema deng û reng beşdarî rûniştinên dozên xwe dibe.

Encûmena Yekitiya Ewropayê di navbera rojên 9 û 11ê Adara 2021an çend civînên taybet li ser mafên mirov kirin. Girtina Selahattîn Demîrtaş û çalakvan û karsazê Tirkiyê jî yek ji mijarên wan civînan bû û di Hezîrana 2021an de daxwaza demildest azadkirina Demîrtaş û Kavala kiribû.

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê jî roja 22ê Kanûna 2020an ragihand ku ti belgeyek zelal nîne ki Selahattîn Demîrtaş bi tohmeta terorê bê cezakirin û got: “Biryara hiştina Demîrtaş di girtîgehê de, bi hincetên siyasî ye.”

Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê daxwaz ji hikumeta Tirkiyê kiribû ku bi  hezar û 500 euro qerebûya maddî û 25 hezar euro qerebûya menewî Demîrtaş qerebû bike û xerciyên dadgehê jî bide ku 31 hezar û 900 euro ne.