Diyaloga balkêş di navbera Umit Ozdag û ciwanê Sûrî de: Te eleqedar nake

18-04-2023
RÛDAW
Nîşan Umît Ozdag Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Umît Ozdag ku gelek caran penaberên Sûrî wek hedef dide nîşandan li ser pirsa ciwanê Sûrî ya “Ji xeynî şandina Sûriyan çi soza we heye?” wiha bersiv da “Em ji yên din re çi pêşniyar dikin ji we re ne giring e. Tu ne hemwelatiyê vê derê yî?”

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag ku bi helwesta xwe ya li dijî penaberan tê naskirin, li Mêrsînê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çû serdana taxa ku Sûriyeyî lê dijîn.

Ozdag dît ku li Kolana Fasîh Kayabalî ya Mêrsînê gelek esnafên Sûriyeyî hene û got “Em li Kolana Şamê ya Mêrsînê ne. Taybetiya vê kolanê ev e: Li aliyê rast û çepê hemû dikan ên Sûriyeyiyan in. Dikanên Tirk ji vê derê hatine vekişandin. Yanî bi rastî jî em li cihekî mîna Şamê dimeşin. Eger hûn dengan dibihîzin piranî bi Erebî diaxivin û piranî dikanên Ereban in.”

“Tu ne hemwelatiyê vê derê yî”

Di dema gera Ozdag de ciwanê Sûrî bi vî rengî jê pirs kir “Kampîna we tenê şandina Sûriyan bo welatê wan e? Hûn çi sozî didin milet? Li vê derê ji xeynî şandina Sûriyan hûn çi sozê didin gelê xwe?”

Ozadag jî li ser vê pirsa wiha bersiv da ciwanê Sûrî “Armanca me ew e ku em Sûriyeyiyan tenê bişînin welatê wan. Em ji yên din re çi pêşniyar dikin ji we re ne giring e. Tu ne hemwelatiyê vê derê yî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst