Herî zêde zarok li Riha û Şirnexê ne

18-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hejmara Zarokan Riha Şirnex TUÎK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUÎK) ragihand ku li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi rêjeya ji sedî 44.9 herî zêde zarok li parêzgeha Rihayê ne û bi rêjeya ji sedî 16.9 jî herî kêm zarok li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ne. Li gor ku TUÎK dibêje ji sedî 26.5ê nifûsa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zarok in.

TUÎKê amarên sala 2022ê yên derbarê hejmara zarokên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de belav kirin.

Li gor amarên ku TUÎKê ji Sîstema Tomarkirina Nifûsê ya Navnîşanê berhev kirine, parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di warê nifûsa zarokan de bi rêjeya ji sedî 44.9 di rêza yekem de ye. Piştî Rihayê bi rêjeya ji sedî 41.4 Şirnex û ji sedî 39.3 parêzgeha Agirî tê.

Bi gotina TUÎKê, nifûsa herî kêm a zarokan jî li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ye. Li Dêrsîmê rêjeya zarokan %16.9 e. Piştî Dêrsimê bi rêjeya ji sedî 17,7 bajarê Edîrne û bi rêjeya ji sedî 18,4 jî bajarê Kirklareli yên Tirkiyê tên.

Saziya Amaran a Tirkiyê herwiha ragihandiye ku, nifûsa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi giştî 85 milyon û 279 hezar û 553 kes in. Ji sedî 26.5ê tevahiya nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zarok in, ku dike 22 milyon û 578 hezar û 378 kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst