Li Stenbolê di êrişeke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kartal a Stenbolê teqe li otomobîlekê hat kirin û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, şevê din li Taxa Yakacikê ser bi navçeya Kartala Stenbolê, 4 kesên di otomobîleke parkkirî de, rastî êrişeke çekdarî hatin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Şofê otomobîlê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn û kesê din ê di nav otomobîlê de bêyî ku birîndar bibe rizgar bû.

Herdu birîndar ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, lê yek ji birîndaran ji ber dijwariya birîna xwe li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Herwiha di dema teqekirinê de guleyek jî li jineke ku li nêzî cihê bûyerê li ser karê xwe bûye ketiye.

Piştî teqekirinê êrişkar jî ji cihê bûyerê reviyaye û heta niha nehatiye desteserkirin.