HDP û HUDAPAR bûne du kartên guvaşan

18-04-2023
Ferdî Sak
HDP û HUDAPAR bûne du kartên guvaşanku herdu hevpeymaniyên Millet û Cumhur li dijî hev li meydanan bikar tînin.
HDP û HUDAPAR bûne du kartên guvaşanku herdu hevpeymaniyên Millet û Cumhur li dijî hev li meydanan bikar tînin.
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê HDP HUDAPAR Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Doza Azad (HUDAPAR) bûne du kartên guvaşê ku herdu hevpeymaniyên Millet û Cumhur li dijî hev li meydanan bikar tînin.

HDP û HUDAPAR du partiyên sereke ne ku piraniya dengderên wan Kurd in. Lê vê dawiyê  bo hilbijartinên 14ê Gulanê bûne du kartên guvaş û rexneyan ku  herdû bereyên Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet li meydanan wan li dijî hev bikar tînin.

Serokwekîlê Grûba AK Partiyê Bulent Turan dibêje: “Ez îdia dikim dê dengên ÎYÎ Partî, CHP û HDPê dakevin. Millet rûyê van ê rast dibîne. HDP li wê derê ye. Bi hev re ne û hemû kes van dizane. HDPê heta duh îdiiaya azadkirina Apo (Rêberê PKKê Abdullah Ocalan) hebû û van ev îdia heye.  Demîrtaş bi pêdadgirî dibêje ez dê 15ê Gulanê biryara dadgehê biqetînim. Baweriya xwe bi van tînin.  Mêrik li girtîgehê ye lê bi pêdagirî dibêje ez dê biryara dadgehê biqetînim û biavêjim zibildankê. Baş e ez ji neteweperwerên ÎYÎ Partî û CHPê  û ew partiyên îslamî yên biçûk dipirsim ma  ti bersivek bo van gotinan hat dayîn? Ji ber wê jî ez dibêjim ti sûdeke vê  hevpeymaniya 5 kom 2 kom yek bo vî welatî nîne."

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî bi nîşandana hevahengiya Hevpeymaniya Cumhur a ligel HUDAPARê,  bersiva rexneyên li dijî hevpeymaniya xwe dide. 

Berbijêrê Hevpeymaniya  Millet Kemal Kiliçdaroglu jî got: “Niha me tohmetbar dikin. Ez dizanim ku me bi çi hincetê tohmetbar jî dikin. Ew kesên ku ligel kujerên Gaffar Okan kar dikin nikarin me tohmetdabar bikin. Ez ji Meydana Çatalaca dibêjim 2 xetên sor ên Partiya Gel  a Komarî hene yekem welat û duyem jî al. Ji ber wê jî ew kesên ligel teroroîstan kar dikin nikarin dersê bidin me. Em kuvayîmilyecî ne.”

Tevî van gotinên Kiliçdaroglu,  Serokê HUDAPARê ligel berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur di mîtîngan de beşdar e, û ji alîgirên xwe daxwaza  piştevaniyê  bo Recep Tayîp Erdogan dike.

Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu dibêje: “Înşallah di 14ê Gulanê de sefên we diyar bûbin. Înşallah di 14ê Gulanê de dê deng bo wan kesan biçin ku  xizmeta yekitî, biratiyê dikin û daxwaza wan xizmeta vî miletî ye.”

HDP jî ku bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan dibe hêj bi fermî eşkere nekiriye ku di hilbijartinên Serokkomariyê de piştevaniya berbijêrê kîjan alî dike, lê piraniya berpirsên wê glopa kesk bo Kiliçdaroglu pêdixin.

Ji bo bi awayek  fermî ragihandina  vê piştevaniyê jî amaje bi rojên pêş didin.

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan dibêje: “Hûn bo hilbijartinên Serokkomariyê dizanin navnîşana me ku der e. Lê piştî cejnê bi ew mitîngên ku em dikin em dê ji we re navê Serokkomar jî bibêjin. Em dê bi eşkere bibêjin ku hûn dê deng bidin kîjan berbijêrê Serokkomar. Ya rast hûn bixwe ji me baştir dizanin  ku hûn dê deng bidin kîjan Serokkomar.”

26 roj ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê li pêşiya xelkê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ne. Di wan hilbijartinan de bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 942 kesan mafê dengdanê heye.  Herî zêde jî dengên Kurdan wek  kilîla yekalîker a diyarkirina postê Serokomariyê tên dîtin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst