KONDA: Encama hilbijartina serokkomariyê dengên Kurdan diyar dikin

18-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Kompanya Rapirsiyê ya KONDAyê Bekir Agirdir ragihand, dengên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) herî kêm ji %12ê zêdetir in.

Bekir Agirdir di nivîseke derbarê hilbijartinê de ragihand, “Di hilbijartinên 2011ê de %52ê Kurdan deng dane AK Partiyê û %35an jî deng dane berbijêrên serbixwe yên BDPê. Li di hilbijartinên 2015an rewş berovajî bû. Di hilbijartinên 2015an de %65ê Kurdan deng dane HDPê û %27ê Kurdan jî deng dane AK Partiyê.”

Agirdir dibêje, di hilbijartinên pêş de dengên Kurdan diyarker in û hemû nîqaş li ser dengên Kurdan e.

Agirdir got: “Hemû nîqaş li ser wê ne, ku dê Kurd deng bidin kê. Ew gelek asayî ye, ji ber ku encamên hilbijartinan, bi taybetî jî encama hilbijartina serokkomariyê dê dengên Kurdan diyar bikin.”

Agirdir herwiha dibêje, AK Partiyê demekê xwe wek partiya Kurdan dida nasîn, lê rewş êdî guherî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst