Eren Keskîn: Demîrtaş û Zana rast dibêjin, Erdogan dewletê temsîl dike

18-03-2024
RÛDAW
Nîşan Eren Keskîn ÎHD Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Eren Keskîn, derbarê gotinên Selahattîn Demîrtaş û Leyla Zanayê ragihand ku ew jî li gel Demîrtaş û Zanayê ye û Erdogan dewletê temsîl dike.

Hesvseroka Giştî ya Rêxistina Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê di duyem roja Konferansa Aştiyê û Çareseriya Pirsa Kurd de derbarê peyamên hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û parlementera berê ya HDPyê Leyla Zana û îdiayên destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê ji Rûdawê re axivî.

“Dibe ku pêvajoya aştiyê dest pê bike û dibe ku rewş xirabtir jî bibe”

Eren Keskînê ji Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî re got:

 “Dibe ku sibeh pêvajoya çareseriyê dest pê bike û dibe ku her tişt xirabtir jî bibe.

Em di atmosfereke bêadalet de dijîn ku nikarin pêşbîniya wê yekê bikin.

Eger yekrêziya Kurdan were pêkanîn dê yek ji berbestên pêşiya aştiyê were rakirin.”

“Divê pêvajoyeke nû dest pê bike”

Derbarê destpêkirina pêvajoya aştiyê jî Eren Keskînê wiha got:

“Dibe ku sibe pêvajoyek aştiyê dest pê bike lê dibe ku rewş pir xirabtir jî bibe.

Em di astmosfereke bêhiqûqiyê de dijîn ku em nikarin pêşbînî bikin.

Wekî ÎHDyê em her tim diyar dikin ku pêwîstî bi pêvajoyeke nû ya aştiyê heye.

Di vî warî de wekî parêzvanên mafên mirovan me her tim erka xwe pêk aniye.

Hem di pêvajoya aştiyê de hem jî di dema leşkerên hatibûn dîl girtîn de jî ÎHDyê berpirsyariya xwe bicih anî û tevî malbatên leşkeran çû ew anîn."

"Gelekî asayî ye aliyên şer dikin danûstendinê bikin"

Eren Keskînê derbarê peyama Selehattîn Demîrtaş û gotinên Leyla Zanayê yên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û muxatabên pirsgirêkê jî wiha got:

“Gotinên Selehattîn Demîrtaş û Leyla Zanayê rast in. Ji ber ku yê dewletê temsîl dike Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan e.

Kî bi kê re şer dike? Komara Tirkiyeyê bi PKKyê re şer dike. Yên aştiyê pêk bînin ew kes in ku yên şer dikin.

Siyasetmedar helbet dê pêşniyazên xwe bibêjin lê belê şerek hebe û dê aliyên wî şerî rûnin û danûstendinê bikin, ev gelekî asayî ye. "

ÎHDyê di navbera 16-17ê Adarê li Amedê bi beşdariya bi sedan rojnameger, siyasetmedar û akademîsyenan Konferansa Aştî û Çareseriya Pirsa Kurd li dar xist.

Siyasetmedarên Kurd Selehattîn Demîrtaş û Leyla Zanayê ji bo konferansê peyam şandibûn û di peyama xwe de ragihandibûn ku yek ji muhatabê pirsa Kurd Erdogan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst